Rûhanî: Zêdekirina ûranyûmê bersiva li dijî êrîşa Îsraîlê ye

Li Viyanayê danûstandinên li ser peymana nukleerê ya Îranê dewam dikin. Dewleta Îranê daniye pêşiya xwe ku hefteya bê di asta ji sedî 60’î de ûranyûmê dewlemend bike. Rûhanî diyar kir ku ev yek bersiva li êrişa Îsraîlê ye.Koşka Spî jî li ser zêdekirina ûranyûmê ji aliyê Îranê ve bifikare.

Danûstandinên li Viyanayê bi pêngav û şantajên aliyan zehmet dibin.

Sefîrê Îranê yê li Saziya Enerjiya Atomê ya Navneteweyî Kazim Garîbabadî diyar kir ku hefteya bê wê di asta ji sedî 60’î de ûranyûmê dewlemend bikin.

Garîbabadî anî ziman ku ji bo bicihanîna vê biryarê wan êvara Sêşemê dest bi amadekariyan kirine.

Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî jî li ser heman mijarê daxuyaniyek da û diyar kir ku biryara dewlemendkirina ûranyûmê di asta ji sedî 60’î de, bersiva teqîna li febrîqeya hilberîna ûranyûmê ya li Natanzê ye.

Rûnahî li Konseya Wezîran axivî û ji bo Îsraîlê got,

“Ev yek bersiva li nêta we ya nebaş e.

Ya ku we kir terorîzma nûkleerî û ya em kirî rawa ye.”

Roja Yekşemê li febrîqeya hilberîna ûranyûmê ya Natanzê teqînek çêbûbû û gelek santrîfujan zerar dîtibûn.

Rayedarên Îranê ji vê sabotajê Îsraîl berpirsyar nîşan dabû.

Koşka Spî: Em ji hewildanên Îran yên zêdekirina uranyumê bifikarin

Zêdekirina ûranyûmê li gel Waşîngtonê fikar zêde kirine.

Berdevka Koşka Spî Jen Psakî di daxuyaniya çapemeniya rojane de li ser mijarê bersiva pirsên rojnamevanan da.

Pesakî got, ew ji rewşa provakatîf yên zêdekirina ûranyûmê bifikarin.

Psakî ji 5 endamên dayîmî yên Koseya Ewlekariya NY û Almanya (P5+1) xwest ku li dijî vê helwesta Îranê xwe bikin yek.

Back to top button