EM Ê BI YEKBÛNA XWE XEWNÊN ERDOGAN TÊK BIBIN

Tevgera Ciwanên Ereb li Şehbayê bi daxuyaniyekê cuda êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakurê Sûriyê şermezar kirin û gotin:

Em ê bi yekbûna xwe xewnên Erdogan têk bibin.

Tevgera Ciwanên Ereb têkildarî êrîşên artêşa Tirk ên li ser Bakurê Sûriyê û tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî dan.

Daxuyanî li gundê Kefernaya yê Şehbayê bi amadebûna bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Ereb û Yekitiya Ciwanên Ereb hat dayîn.

Di daxuyaniyê de tecrîda li dijî Rêber Ocalan hat hat şermezarkirin û wiha hat gotin:

“Armanc ji tecrîdê ew e ku vîna me bişkîne, lê îradeya me ya xwe dispêre Ocalan wê ti carî neşkê.

Her wiha di daxuyaniya Ciwanên Ereb bang li hiqûqa rêxistinên navdewletî hat kirin ku erka xwe pêk bînin û tecrîda li ser Ocalan bi dawî bikin.

Di dawiya daxuyaniya Ciwanên Ereb de wiha hat gotin:

Em ê li ser sozên xwe yên şoreşgerî bin.

Em ê bi yekbûna xwe projeyên Osmaniya nûjen têk bibin û xaka zeytûnan û hemû herêmên dagirkirî rizgar bikin.

Leave a Reply

Back to top button