Yekitiya Werzîşê Turnuvaya kişikê li dar xist

Yekitiya Werzîşê turnuvaya kişikê ya jin û mêran li Reqayê li dar xist.

Turnuva li navenda Firat a başûrê Reqayê hat lidarxistin.

Lîstikvanên herêmên Cizîr û Firatê, Tebqa, Reqa, Dêrazor û Minbicê beşdar bûn.

Hevserokê Yekitiya Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bozan Berkel axivî.

Bozan Berkel lidarxistina vê turnuvayê pîroz kir û got:

“6 herêm Cizîr, Firat, Tebqa, Minbic, Reqa û Dêrazorê beşdar bûne.”

Ev turnuva dê 3 rojan bidome.

Ji saet 10:00’ê sibê heta 05:00’ê êvarê li dar bikeve.

Tê de dê maçên komî û yên yekî bi rê ve biçin.”

Di roja yekemîn de hevrikî di navbera lîstikvanên beşdar de germ bû.

Her tîmek li gor pişkê ji aliyê jûrî ve hat diyarkirin.

Piştî bidawîbûna pêşbirkê ku dê 3 rojan berdewam bike.

Kesên serkeftî dên bên xelatkirin.

Back to top button