YE cezayên nû li ser wezîrên hikûmeta Şamê ferz kirin

Yekîtiya Ewropa cezayên nû li ser wezîrên hikûmeta Şamê ferz kirin. 

Roja Duşemê Yekîtiya Ewropayê ceza li 4 wezîrên ku li vê dawiyê hatine erkdarkirin, birîn.

Yekîtiya Ewropayê bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew kesayetên ku hatine cezakirin di çewsandina welatiyên Sûrî rol lîstine ku ew jî ev in;

Wezîrê bazirganiya hundirîn, wezîrê ragihandinê û yê karûbarên civakî û kar.

Ceza jî wiha ne: Cemidandina pereyên wan û qedexekirina gera wan li nava welatên Ewropayê.

Bi van cezayên nû hejmara kesayetên cezakirî digihêje 287 her wiha ceza li ser 70 rêxistinên girêdayî hikûmeta Şamê hene.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Yekîtiya Ewropayê ji sala 2011 de ceza li kesayet û rêxistinên bi ser hikûmeta Şamê ve birîne.

Back to top button