Salih Gedo: Divê Kurd li dijî planên dagirkeran yekîtiya xwe ava bikin

Derdorên siyasî yên Kurd û rêxistin jî nerazîbûnê nîşanî êrişên dewleta Tirk û PDK’ê yên li ser gerîla û lêkirina dîwar didin. Sekretêrê Partiya Çep a Demokratîk a Kurd li Sûriyê Salih Gedo dibêje: Kurd bi yekîtiya xwe dikarin plan û êrişan têk bibin.

Komîteya Têkiliyên Derve ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) di 26’ê Adarê de bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê plana êrişeke nû ya berfireh dikin..

KCK’ê diyar kir ku di çarçoveya vê planê de, PDK’ê hêzên xwe sewqî Herêmên Parastinê yên Medyayê kirin.

Li hember van tevgerên dawî yên PDK’ê, gelê Kurdistanê, siyasetmedar, rewşenbîr û tevgerên jinan bertek nîşan didin…

Sekretêrê Partiya Çep a Demokratîk a Kurd li Sûriyê Salih Gedo bû mêvanê televizyona me û mijar nirxand..

Salih Gedo anî ziman ku dewleta Tirk eşkere dibêje ew nahêle tiştek li ser navê kurdan çêbibe…

Gedo balkişand ser dîwarê ku niha bi destê hikumeta Iraqê di nava Şengalê û Rojavayê Kurdistanê de jî tê avakirin û ev yek got: Sekretêrê Partiya Çep a Demokratîk a Kurd li Sûriyê Salih Gedo ji bo parastina destkeftiyên Rojava û Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeran jî ev bang kir.

Back to top button