Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ragihand ku şêniyên herêmê yên derveyî wê dikarin vegerin û di deriyên Tebqa û Minbicê re derbas bibin .
Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser biryara jimar /106/ da û ragihand ku “Hemû şêniyên herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û niştecihên ku belgeyên mayînê bi wan re hebin, dikarin bi rêya deriyên Tebqa- Minbicê (Ebû Kehef) derbasî herêmê bibin.”
Meclisê ragihand ku şênî ji dîroka 3.9.2020’an, dikarin derbas bibin.