Serê Biden bi belgeyên veşartî re di belayê de ye

Serokê Amerîka Biden ji ber belgeyên nepenî yên ku li ofîsa wî ya berê hatine dîtin, di rojên zehmet re derbas dibe.
Niha êdî rewşa Biden bi Trump re tê muqayesekirin.

Zexta li ser serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Joe Biden zêde dibe.

Piştî ku belgeyên veşartî li ofîsa wî ya taybet a berê hatin dîtin, ji bo Biden rojên zehmet derbas dibin.

Li gorî nûçeyên di çapemeniya Amerîkayê de cih digirin, di rêza duyemîn de belgeyên hikûmetê yên veşartî yên aîdî Biden hatine desteserkirin.

Televizyona NBC, diyar kir ku asta nepeniya belgeyên nû yên hatine desteserkirin, cih û hejmara wan a tam hîna jî nayê zanîn.

Hat ragihandin ku Koşka Spî û Wezareta Edaletê derbarê belgeyên dawî yên hatin dîtin de tu daxuyanî nedane.

Belgeyên navborî tê îdiakirin ku di dema Biden cîgirê Serokê berê Barack Obama bû.

Ev belge 2 roj berê hatibûn eşkerekirin.

Ji şêwirmendên Biden Richard Sauber got;

Nêzîkî 10 belgeyên veşartî li ofîsa sazûmanek ramanê a li Navenda Penn Biden, hatin dîtin.

Parêzerên Biden jî diyar dikin ku tê plankirin belgeyên mijara gotinê radestî arşîva neteweyî bên kirin.

Biden ji dîtina belgeyên nepenî li ofîsa xwe şaş ma.

Biden got,

Ew nizane kê belge aniye an jî li wir girtiye, û soz da ku bi tevahî piştgiriyê bide lêpirsînê.

Komarparêzan dest bi êrişkirina Biden kirin

Rewşa Biden bi Serokê berê Donald Trump re hatiye berhevkirin.

Trump havîna borî bi rewşek wiha re rû bi rû ma û Biden bi tundî Trump rexne kir.

Komarparêzan jî niha dest bi êrîşan li ser Biden kirine.

Seroka Koma Komarî ya Meclisa Nûneran Elise Stefanik li ser hesabê xwe yê Twitterê bi peyamekê got:

“Em ê bersivê bixwazin, em ê siyasetkirina FBI û Wezareta Dadê ya qirêj rawestînin.

Em ê ji malbata sûcê Biden hesab bipirsin.”

Komarparêzên ku di Meclisa Nûneran de piraniyê bi dest xistin, dixwazin bi lêpirsînên ku li dijî wî bên vekirin Biden neçar bikin.

Serokê Komarî yê Komîsyona Kontrolkirin û Reformê ya Meclisa Nûneran James Comer di daxuyaniya xwe ya ji bo televizyona ABCyê da, bal kişand ser rewşa Trump û wiha got:

“FBI li mala Serokê berê Trump lêgerîn kir.

Dozgerê taybet lêpirsînê dikir.

Niha jî belgeyên veşartî yên girêdayî Biden li du cihan tên dîtin û tiştek nabe.”

Back to top button