Polîsên Danîmarkayî ji 22 çeteyên ku duh binçavkiribûn 6 jê bi sûcê amadekariya çalakiyên terorî girt.
Di operasyonên hemwext ên polîsên Danîmarkî de ji 22 çeteyên bi sûcên amadekariya êrîşên terorî binçavkiribûn, 6 jê ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.
Duh li Kopenhag 8 kes ji ber amadekariyên çalakiyên terorî hatin darezandin.
Ji van 3 kes bi kirîna madeyên teqemeniyê hatin girtin.
Di rûniştina ku îro jî dom kir, 2 çeteyên ku hewl didan amûra bêdengkirina çekan bikirin hatin girtin.
Li bajarê Odensê jî yek ji çeteyên ku beriya 4 heftiyan li Kopenhagê hatibûn binçavkirin hat girtin.