Rêxistin û saziyên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên 25’ê Mijdarê yên jinên cîhanê silav kir û soz dan ku ew ê xeta têkoşîna azadiya jinan bilind bikin.
Rêxistin û saziyan jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî çalakiyên jinan ên 25’ê mijdarê yên li herêmê û tevahî cîhanê daxuyaniyek hevpar dan.
Di destpêka daxuyaniyê de jinên ku ji bo 25’ê mijdarê çalakî lidar xisin hatin silavkirin û wiha hat gotin:
“Di çalakiyên 25’ê mijdarê de reng û seknên jinan gelekî derketin pêş. Ev sekin û rengê jinan a çalakiyên 25′ ê Mijdarê wê di sala 2020’an de jî têkoşîna azadiya jinan pêşdetir bibe. Wê, pêşiya kuştinên jinan û nijadkujiya ku li ser gelan tên ferzkirin, bide sekinandin.”
Di daxuyaniyê de armancên çalakiyên 25’ê wiha hatin rêzkirin:
“Di giştî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de me hewilda ku balê bikşînin ser tûndiya li ser axa me tê kirin, koçberî, şer û guhertina demografyayê.
Me hewl da bandora nijadkujiya çandî ya li ser jin û zarokan şîrove bikin, bidin xuyakirin û protesto bikin.”
Jinên herêmê bi lidarxistina gelek cureyên çalakiyan biryardarî û vîna xwe raber kirin.
Her wiha hat gotin jinan li gelek deverên cîhanê çalakiyên 25’ê Mijdarê bi, cesaret lidar xistin û wiha bi dawî kir;
Kolektîfa ji aliyê feminist a Las Tesîs ve pirotestoya bi stran û reqsa ku hatibû destpêkirin ji aliyê hemû jinên cihanê ve pir bi lez hate hezkirin û hate pêkanîn.