Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê zext û binpêkirin dema dawî zêde bûne.
Herî dawî li Mêrsînê 8 kes hatin girtin û 20 kesên din jî hatin biçavkirin.
11’ê Hezîranê li Kutahya, Amed û Çewligê operasyonên qirkirina siyasî pêk hatin.
Di oparsyonan de 28 ciwan hatibûn binçavkirin.
Dadgeriyê bi îddîaya ‘endamên rêxistinê ne’ biryara girtina 8 ciwanan da.
Ji bilî biryara girtina van kesan, îro sibehê jî li navçeya Tarsûsê ya Mêrsînê polîsan bi ser malan de girtin.
20 kes bi îddîaya ‘endamên rêxistinê ne’ binçav kirin û ew birin Rêveaberiya Polîsan a Navçeyê.
Di nav kesên hatîn binçavkirin de, Hevserokê HDP ê Navçeyê yê berê Ahmet Kizmaz jî hebû.



