Çavdêrê Siyasî Hîwa Osman: PKK bi sed êrişên din jî wê tune nebe

Çavdêrê Siyasî Hîwa Mehmûd Osman dibêje Tekane armanca Tirkiyê qirkirina Kurdan e û çareseriya pirsgirêka Kurd jî li Îmralî ye.

Hîwa Mehmûd balkişand ser hevkariya PDK’ê bi Tirkiyê re û ev anî ziman:

”Têkilî navbera welatên cîran de tiştekî asayî ye.

Lê nabe ev têkilî li serê hesabê Kurdên beşên din be.

Tirkiye bi hinceta PKK’ê êrişî Başûr dike.

Ew bi xwe armanca wî hemû Kurd in.”

Hîwa Osman tekez kir eger PKK ji Başûr biçe wê Tirkiye jê dernekeve û heger îro PKK’ê tine bike, wê sibe YNK’ê û PDK’ê jî tine bike.’

Dawiyê çavdêrê siyasî Hîwa Osman piştrast wê PKK’ê bi sed êrişên din jî tine nebe û çareserî tenê wê bi riya diyalogê pêk were.

Back to top button