Lêkolîner û mamosteyê zanistên siyasî ê zanîngeha Qudis Dr. Eymen El-Reqib dibêje “li dijî Osmaniya nû hevkariya Kurdî-Erebî pêwîst e.”
Eymen El-Reqib destnîşankir ku armanca dewleta Tirk firehkirina rûbera dagirkirinê û jinûve avakirina Osmaniya nû ye.
El-Reqib dibêje:
“Pir girîng e ku hevkarî di navbera Kurd û ereban de hebe, ji ber ku ew pêkhateyên sereke li herêmê ne.
Danûstandin, diyalog û lihevkirinên bi Kurdan re wê hevgirtineke kurdî-erebî encam bide û xewnên Kurdan dê bibin beşek ji xewnên herêmên erebî.”