Siyasetmedarên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo vê yekê diêjin: “Ev biryar îfadeya demokrasî û aştiyê ye..”
Sekreterê giştî yê Yekitiya Lîberal a Kurdistanê Ferhad Têlo têkildarê mijarê axivî û got:
Biryara KCK`ê rast e û demokrasî, aştî, aramiyê îfade dike.
Bila cîhan exlaqê KCK`ê bibîne.
Dewleta Tirk heta niha biryareke wiha nedaye.
Berovajî wê, êrişên li dijî Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê zêdetir kirine.”
Sekreterê giştî yê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (El Partî) Nesir El Dîn Îbrahîm jî got:
“Biryara KCK`ê hêja ye..
Divê civaka Tirkiyeyê ji bo têkbirina desthilata AKP-MHP`ê di hilbijartinan de rolê bilîze.”
KCK’ê biryara rawestandina çalakiyên leşkerî heya hilbijartinê da