Di encama çalakiyên gerîlayên HPG’ê de li Heftenîn a başûrê Kurdistanê 3 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên hewayî daxuyaniyek da û ev agahî parve kir:
“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de 22’yê Kanûnê li qada Xantûr a Heftenînê li dijî dagirkerên ji du baskan ve çalakiyek hate kirin.
Di encama her du çalakiyan de 3 dagirker hatin cezakirin.”
HPG’ê diyar kir ku êrîşên hewayî û bi top û hewanan jî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê didomin.
HPG’ê da zanîn 12’ê Kanûnê heta 20’ê Kanûnê Herêma Heftanînê bi obus û hewanan hate bombebarankirin.
HPG’ê diyar kir balafirên şer 19, 20 û 24’ê Kanûnê herêma Avaşîn, 24’ê Kanûnê herêma Gare û Zapê bombebaran kirin.