Gaziyên Şer: Divê çeteyên DAIŞ’ê di girtîgehan de werin cezakirin

Gaziyên Şer ên Reqayê bang li Koalîsyona Navneteweyî kir û got: Divê dadgeheke navneteweyî ya cezakirina çeteyên DAIŞ’ê were avakirin.

Piştî rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê QSD ve hatin girtin.

Vê yekê, xetereyeke mezin li ser ewlehiya herêmê çêkir.

Îro koalîsyona navneteweyî jî dijî DAIŞ’ê li erebistana Siûdî Civiya û Gaziyên Şer ên Reqayê ku dijî DAIŞ’ê şer kirin û birîndar bûn banga dadgehkirina çeteyan kirin.

Şervanê QSD’ê Ebdurehman Hisên diyar kir ku Çeteyên DAIŞ’ê li dijî welatiyên herêmê sûc kirin û divê werin cezakirin.

Şervanê bi navê Mihemed Derwîş jî bal kişand ser sûcên çeteyan ên li dijî jin, zarok û rûspiyan û got:

“Divê ev çete tevî malbatên xwe vegerin welatên xwe.

Şervanê QSD’ê Mihemed El-Burcis jî dibêje:

“Divê Koalîsyona Navneteweyî bi erkên xwe rabin û dadgeheke navneteweyî ji çeteyan re Ii herêmê ava bikin.

Back to top button