Dagirkeriya Tirk êrîş birin ser kampa Eyn Îsayê û gundên Girê Spî, ji ber topbaranê jî ziyanên mezin gihiştin milkên sivîlan.
Îro di saetên şevê de, leşkerên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê êrîş birin ser kampa Eyn Îsa û Rêya M4.
Her wiha dagirkeriya Tirk gundên Qizelî û Şorbenîsê yên Girê Spî topbaran kirin.
Hate diyarkirin ku di topbarana li ser kampa Eyn Îsayê û Rêya M4 de agir bi zeviyên welatiyan ketin û malek şewitî.



