Şêniyên Çilaxa tecrîd û êrişên li ser herêmê şermezar kirin

Li Çil Axa, Til Hemîs û Tebqayê bi çalakiyan tecrîd li dijî Rêber Apo û êrişên li ser herêmên hatin şermezar kirin.
Şêniyan di çalakiyên xwe de peyama berxwedan û tekoşînê dan.

Dewleta Tirk a dagirker ev heftiyek li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê êrişek leşkerî daye destpêkirin.

Dewleta dagirker bi dehan caran bi balafirên bêmirov û topavêjan herêmên cuda kirin hedef û di encamê de şehîd û birîndar çêbûn.

Gelên herêmê, êrişên li ser herêmên û tecrîda Rêber Apo bi çalakiyan şeremzar dikin.

Bi vê armancê, şêniyên navçeya Çilaxa xwepêşandanek li dar xistin.

Xwepêşandan ji Qada Şehîd Masûm dest pê kir û li qada giştî vegerî mîtîngê.

Li wir kesên axivîn polîtîkayên li dijî Rêber Apo û gelê herêmê şermezar kirin û diyar kirin ku heta serkeftina projeya demokratîk, pêkhateyên herêmê li gorî fikrên Rêber Abdullah Ocalan bimeşin.

Şêniyên Til Hemîs: Tecrîd û êriş li pêş berxwedana me nabin bend

Li navçeya Til Hemîs e, jî şênî bi heman helwestê daketin qadan û çalakiyek lidarxistin.

Çalakî li Çerxerêya Sewami ya li bakurê navçeyê vegerî mîtîngê.

Di çalakiyê de, kesên axivîn weha gotin: “Bi hevgirtina pêkhateyên herêmê gelek serkeftin û destkeftî pêk hatin.

Lê ev destkeftî li kêfa dijmin û dewleta Tirk a dagirker nayên, ji lew re bi topan, balafirên bêmirov û şaneyên çeteyên DAIŞ’ê herêmê hedef digirin.

Kesên axivîn diyar kirin ku ewê li rex hêzên xwe yên leşkerî bin û bersiva dagirkeran bidin.

Şêniyên Tebqa banga azadiya Rêber Apo kirin

Şêniyên Tebqayê jî, bi yek dengî tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Çalakî li Çerxerêya Meyselon, veguherî mîtîngê.

Di çalakiyê de daxuyanî hat dayîn.

Bêdengiya navneteweyî û rêxistinên wekî CPT’ê li hember kiryarên li dijî Rêber Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.

Dawiya daxuyaniyê hat gotin ku gel xwedî li fikir û felsefeya Rêber Ocalan derdikeve.

Back to top button