Li Hesekê girûpeke diziyê ji aliyê Asayişê ve hatin girtin

Hezên Asayişê ragihad ku hêzê wan di 11 vê mehê de li gudewarê Hesekê bi ser komeke çekdar yên karê diziyê dikin girtin, di encamê de 17 kes di nav de jinek hatin girtin.

Asayişê diyarkir ku di demê dawî de ji aliyê welatiyên gundê El-Denîna yê navbera bajarê Hesekê û Holê gelek gilî hatin girtin.

Piştî lêkolîn, şopandinê û berhevkirina agahiyan hêzên me cihê wan kesan naskir û roja duşemê 11ê Kanûnê,li gundê El-Denîna bi ser wan kesan de girtin

Asayşê got hêzên me rastî erişan ji wan kesan hatin, lê hêzên me bersiv wan dan..

Di encama sergirtinê de 17 kes di nav de jinek hatin girtin û gelek cureyên çek, mermî û telfonan hatin girtin.

Her wiha Asayişê diyarkir ku di lêpirsîna destpêkê kesên sucdar li xwe mukir hatin ku gelek karê diziyê û şelandinê pêk anîne.

Asyaiş di dawî de bang li gel kir ku kesên guman li dora wan hebin, berî bidin navndên Asayişê yên herî nêzîkî wan û giliyên xwe bikin.

Back to top button