Îranê di salvegera qetilkirina Jîna Emînî de dest bi girtinan kiriye

Li Rojhilatê Kurdistanê salvegera qetilkirina keça Kurd Jîna Emînî nêz dibe.
Bi nêzbûna salvegerê re dewleta Îranê pêleke din ya girtinê daye dest pêkirin.

Hate ragihandinê ku girtina welatiyên sivîl, çalakvanên Kurd û endamên malbatên qurbaniyên xwepêşandanên dawî yên li seranserî Îranê destpê kirine.

Li gorî rapora Tora Mafên Mirovan ya Kurdistanê, di 5 rojên borî de herî kêm 23 çalakvan û welatiyên Kurd hatin girtin.

Her wiha Îranê ji bo astengkirina serhildaneke nû zext li malbatên qurbaniyên serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û dikandarên bajarên Kurdistanê dike.

Çavdêr dibêjin ku girtin li bajar û parêzgehên din yên Îranê dest pê kirine û heta roja Pênşemê hêzên ewlekariyê 13 çalakvanên jin li parêzgeha Gîlanê girtine.

Rêveberê Polîsê Parêzgeha Gîlanê, diyar kir ku kesên girtî hewil didin bi çalakiyên salvegera xwepêşandanan li dijî ewlehiya netewî tevdigerin.

Rejîma Îranê jina bi navê Mehsa Emînî (Emînî) bi êşkenceyê kuştin

Back to top button