Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê li Tebqayê panelek li darxist

Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Tebqayê panelek bi navnîşan ‘Biryara NY’yê ya 2254 û lihevkirina navneteweyî ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê’ li dar xist.

Di panelê de kêmasiyên biryarê çi ne û danûstandina dewletên herêmî û navneteweyî pê re çawa ye, hatin nîqaşkirin.

Di panelê de 3 mijarên ‘Biryara 2254 çi ye, çawa derket û kijan alî derxistiye, navarok û kêmasiyên biryarê çi ne, hêzên navneteweyî û herêmê çawa nêzî wê bûn’ hatin nîqaşkirin.

“Divê biryara ku ewlehiyê li Sûriyeyê misoger dike, pêk were”

Endamê meclisa partiyê Edîb El Hasod behsa biryarê kir û got:

“Aliyên bendên yên xwedî kêmasî heye.”

El Hasod diyar kir ku Hêzên têkildarî Urdun erkdar kir ku ji bo lîsteyeke têkildarî rêxistinên terorsît amade bike.

Lê ev erk, Urdun bi welatên din re xiste tengaziyeke mezin.

El Hasod anîziman ku divê biryara ewlehiyê li Sûriyê misoger dike, pêk were

Di dawiyê de beşdarvan gihaştin wê encamê ku ji bo pêkanîna biryarekê ku ewlehiyê li Sûriyê pêk tîne, xwepêşanda, panel û civîn bên lidarxistin.

Back to top button