Bi sedan xelkê Dêrazorê cenazeyê şehîd Ebdulhadî El Derwîş oxir kir

Bi sedan xelkê Dêrazorê cenazeyê şrevanê Hêzên Erka Xweparastinê Ebdulhadî El Derwîş li goristana Şehîd Xidir El Hemadê oxir kir.

Di merasîmê de bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk şaxê Dêrazorê Ziyab El Hcîlat axivî û got:

“Şehîd sembola fedayîbûn û mînareya ku rêya me ronî dike.

Wan ji bo em jiyaneke azad û bi rûmet bijîn, canê xwe feda kirin.”

El Cîlat di dewamiyê de diyar kir ku bi saya şehîda em li vir in, divê hertim em wan bibîr bînin.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan endamê meclisê şaxê Dêrazorê Sabir El Hisên wiha axivî:

“Em sersaxî didin malbata şehîd û bi rêzdarî bejna xwe li ber fedakariyên wan şehîdan ditewînin.”

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Dûre cenazeyê şehîd di nav tilîliyên dayîkan û dirûşmên ‘Şehîd namirin’ hate veşartin.

Back to top button