DewletaTirk li Çemçemalê wesayîtek bombebaran kir

Balefirek bi çek û bê mirov ya dewleta Tirk a dagirker li nêzîkî navçeya Qerehencîr ya girêdayî bajarokê Çemçemalê wesayîtek bombebaran kir. Di encamê de kesek şehîd û 2 jî birîndar bûn. 

Balefirek bi çek û bê mirov li nêzîkî navçeya قره هنجير Qerehencîr a sînorê bajarokê Çemçemal a Silêmaniyê wesayîtek bombebaran kir.

Qeymeqamê bajarokê Çemçemal Remik Remezan ji Rojnews’ê re ragihand ku di êrişê de kesek şehîd û 2 jî birîndar bûn.

Her wiha cenaze û birîndar rakirne nexweşxaneyeke li bajarê Silêmaniyê. Derbarê rewşa birîndaran de heta niha ti agahî nehatiye zanîn.

Back to top button