Meclisa rûspiyên Amerîkî li ser erkdarkirina Lloyd Austin wek wezîrê parastinê erê kir.
Îro meclisa rûspiyan a Amerîkî general Lioyd Austin ku ji aliyê serokê Amerîka Jeo Biden ve hat pêşniyarkirin, weke wezîrê parastinê pejirand.
Lioyd Austin Amerîkîyê yekem ê Afrîkî ye, dibe wezîrê parastinê.
Li gorî destûra Amerîka divê wezîrê parastinê kesekî sivîl be, lê tevî wê senetorên komarparêz û demokratan wek biryareke awarte destek dan Lioyd Austin û ew wek wezîrê parastinê erkdar kirin.
Lioyd Austin bi 93 deng beramberî 2 deng na, bi dest xist û bû wezîrê parastinê.
Ev biryara awarte ji ber bûyerên nijadperestiyê yên ku li vê dawiyê rûdane, hat girtin ku pê re nakokiyên di navbera welatiyên reşik û spî ji holê rabe.
Lioyd Austin 40 salî xizmeta leşkerî kiriye. Ew fermandarê hêzên leşkerî li Iraqê bû.
Di nava salên 2010 û 2016 de serokê rêveberiya navendî yê Rojhilata Navîn.
Wezîrê Parastinê ya Amerîka yê nû piştgiriya ji qaşo opozisyona Sûrî re sekinand û piştgiriya QSD li dijî Daişê kir.