Ofîsa Parastina Zarokan a Desteya Jinê ya Herêma Cizîrê kuştina zaroka 10 salî Înas Elî El-Casim, bi daxuyaniyekê şermezar kir û got,wê sûcdarên kuştina zarokên wan bê hesab nemînin.
11’ê Hezîranê Hêzên li Dijî Tawanan a girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Cizîrê, kujerê zaroka bi navê Înas Elî El-Casim girtin.
Înas ji gundewarê Dirbêsiyê ye û piştî ku winda bû, di encama lêgerînan de cenazeyê wê hat dîtin.
Bi armanca şermezar kirina vê bûyerê Ofîsa Parastina Zarokan a Desteya Jin a Herêma Cizîrê, li bajarê Qamişlo daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku Zarok li seranserê cîhanê rastî cureyên tundiyê, îstîsmarkirin û destdirêjiyê tên.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk prensîba parastina zarokan bi dabînkirina navendan ji wan re û derxistina zagonan ji bo parastina wan li gorî zagon û peymanên navdewletî li herêmê pêk tîne.
Em wek Ofîsa Parastina Zarokan a Desteya Jin a herêma diyar dikin ku li hemberî sûcdarên ku ev kiryara hovane kirine em ê bibin aliyên îdiakar, heta ku edalet pêk were û sûcdar hesabê ku heq dikin bidin.