HPG: Li Zap û Avaşînê 6 dagirker hatin kuştin derb li helîkopterekê hat xistin

Li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker yên li ser herêmên Zap, Metîna û Avaşînê gerîlayên HPG’ê berxwedaneke mezin nîşan didin û rojane derbên giran li dagirkeran didin.
HPG’ê ragihand ku li Zap û Avaşînê 6 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin û derb li helîkopterekê hate xistin.

Li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê gerîlayên HPG’ê derbên giran li artêşa Tirk a dagirker didin.

Navenda Raginadin û Çapemeniyê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyek weşand.

HPG’ê diyar kir hêzên gerîla li hember êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk çalakiyên xurt lidar dixin û ruhekî fedayî yê Apocî berxwedaneke mezin raber dikin.

HPG’ê derbarê êrîş û çalakiyên gerîla de ev agahî parve kir:

“Hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal 29’ê Nîsanê li dijî navenda leşkerî ya artêşa Tirk ya li bajaroka Kanî Masî ya Amêdiyê 2 çalakiyên serketî pêk anî.

29’ê Nîsanê dagirkeran xwestin bikevin çeperên şer ên li Girê Şehîd Serdar a Herêma Avaşîn lê hêzên me pêşveçûna dagirkeran asteng kirin.

29’ê Nîsanê dagirkeran leşker danîn devera Mervanos, Girê Şehîd Serdar û Mamreşo yên Herêma Avaşînê û kuştî û birîndarên xwe ji qadê derxistine.

29’ê Nîsanê li Girê Nêrwe ya Herêma Zapê 3 dagirker û li Girê Şehîd Serxwebûn a Herêma Zapê 3 dagirker hatin kuştin.

29’ê Nîsanê li Girê Şehîd Mervan a Herêma Zapê hêzên me derbeke giran li helîkopterekê xistin.”

HPG’ê diyar kir bombebarana balafirên şer û helîkopteran ên li ser herêmên Zap, Metîna û Avaşîn jî dewam dike.

HPG’ê da zanîn 29’ê Nîsanê Herêma Zapê, Girê Zendûra, Kêste, Derarê yên Herêma Metîna, 30’ê Nîsanê Girê Şehîd Serhed a Derarê ya Herêma Metîna hatin bombebarankirin.

HPG’ê diyar kir ji ber bombebaranan ti ziyan bi hêzên gerîla nebûye.

Back to top button