NY: Tirkiyê bi êrîşên hewayî sivîlan dikuje

Komîsyona Lêpirsînê ya Sûriyê ya NY’ê di rapora ku weşandî de, îşaret pê kir ku Tirkiye bi balafirên biçek ên bêmirov li Rojava sivîlan dikuje.
Her wiha serokê komîsyonê, Paolo Pînheîro bang li dewletan kir ku welatiyên xwe yên li Rojava girtî ne bigirin û çeteyên DAÎŞ’ê ji ber sûcên ku kirine bi awayekê adilane bidarizînin.

Komîsyona Lêpirsînê ya Sûriyê ya Navneteweyî ya Serbixwe a NY, bi civîneke çapemeniyê ku li Avahiya NY’ê ya li Cenevreyê çêkir, rapora xwe ya Sûriyê ya serdema 1’ê Çileyê-30’ê Hêzîrana sala 2023’an eşkere kir.

Serokê komîsyonê Paolo Pînheîro ku di civîna çapemeniyê de axavî, diyar kir ku tundî li Sûriyê her ku diçe zêde dibe û Sûriye di warê aboriyê de bi paş ve diçe û got:

”Aliyên şer, sivîlên li herêmê desteser dikin, êşkenceyê li wan dikin, bi zorê didin wendakirin û dikujin, anku kirina sûcên şer ên li dijî mirovahiyê dewam dikin.

NY: Bila DAÎŞî wek sûcdarên şer û qirkirinê bên darizandin

Pînheîro, behsa girtiyên çeteyên DAÎŞ’ê û Kampa El Hol û Rojê ku malbatên wan lê girtine kir.

Pînheîro bang li dewletan kir ku welatiyên xwe yên li Rojava girtî ne bigirin û çeteyên DAÎŞ’ê ji ber sûcên ku kirine bi awayekê adilane darizînin.

NY: Dewleta Tirk bi balafirên biçek ên bêmirov sivîlan dikuje

Di raporê de îşaret bi êrişên Tirkiyê yên zêde hat kirin û hat diyarkirin ku ji ber êrîşên dewleta Tirk bi taybetî li Heleb, Hesekê, Reqa, Eyn Îsa û Til Temirê sivîl jiyana xwe ji dest didin.

Di encama lêkolîna komîsyonê de derketiye holê ku li qereqolên Serêkaniyê û Girê Spiyê ku dagirkirî ne, rayedarên leşkerî yên Tirkî bi xedarî êşkenceyê li Kurdan dikin.

Her wiha di raporê de hat diyarkirin ku ji binpêkirinên li herêmên dagirkirî Tirkiyê berpirs e û divê Tirkiyê li gor hiqûqa mafên mirovan a navneteweyî tevbigere.

Back to top button