MSD`ê li Hesekê panelek li dar xist

Meclisa Sûriya Demokratîk MSD`ê bi dirûşma “Ber bi kongreyeke neteweyî ve ji bo şêniyên Cizîr û Firatê” li Hesekê panelek li dar xist.
Di panelê de Hevseroka MSD`ê Emîne Omer axivî û diyar kir ku divê gelê Sûriyê li hev bike û aloziya Sûriyê ji dûrî planên derve çareser bike.

Di çarçoveya lidarxistina kongreyeke neteweyî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de îro MSD`ê bi dirûşma “Ber bi kongreyeke neteweyî ve ji bo şêniyên Cizîr û Firatê” panela xwe ya 1’emîn li kantona Hesekê li dar xist.

Panel li Hola Teyfûr, bi beşdariya zêdetirî 500 kesayetên siyasî, eşîr û pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan pêk hat.

Endamê Meclisa Serokatiya MSD`ê Xelef Dahûd axaftina vekirinê kir û got:

Ji bo çareseriya siyasî MSD xwedî nêrîneke siyasî ye, rastiya serdemê nas kiriye, îro jî banga parastina van destkeftiyan dike ku tekane rêya parastina wan jî xurt-kirina demokrasiyê, edaleta civakî û azadiyê ye.

Emîne Omer: Diyalog rê li pêşiya mudaxeleya derve digire

Hevseroka MSD`ê Emîne Omer jî axivî behsa civîn û kongreyên ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê kir û got:

Civînên ku li dar ketine û heta niha li dar dikevin, tu çareserî ji aloziya Sûriyê re nedîtin, ji ber ku tevahiya pêkhateyên Sûriyê tevlî nebûn.

MSD`ê ji bo peydakirina çareseriyeke siyasî bi tevlêbûna tevahiya gelê Sûriyê gelek civîn li dar xistin û bang li aliyên opozîsyona demokratîk hemû kirin ku tevlî bibin.

MSD`ê bi rêya wan civînan gihaşt gelek perspektîfên çareserkirina aloziyê.

Emîne piştrast kir ku ew xebatên xwe ji bo pêkanîna diyalogê bi tevahiya aliyan re didomînin û wiha domand:

Ev panel di vê çarçoveyê de li dar dikeve û dê temam bibe heta ku kongreyeke neteweyî ji bo şêniyên Cizîr û Firatê li dar bikeve.

Emîne piştrast kir ku diyaloga Kurdî-Kurdî ku niha pêk tê, dê sûd li tevahiya pêkhateyên herêmê bike û yekitiya axa Sûriyê li gorî biryara 2254’an biparêze.

Dawiyê Hevseroka MSD`ê Emîne Omer destnîşan kir ku divê gelê Sûriyê bi rêya diyalogê li hev bike ku bi şêwazeke rê li pêşiya mudaxeleyên derve digire û aloziya Sûriyê dûrî planên derve çareser dike.

Back to top button