Bexda ji bo kirîna balefirên F16 ji Fransa ketiye tevgerê

Iraqê ragihand ku ew bi Fransayê ji bo hawirdekirina balafir û radarên pêşketî, di nava hemahengiyê dene.

Serokê Lijneya Asayîş û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Mihemed Reza ji bo ajansa nûçeyan ya Iraqê axivî.

Mihemed Reza got, balafirên F16 yên Iraqê hene, lê bi operasyonên dijî paşmayên DAIŞ’ê re naguncin.

Mihemed diyar kir ku ji ber vê yekê wan berê xwe dana Fransa û bi Fransa re ji bo îmzekirina kirîna balafirên şer û sîstema radar, lihevtêgihiştinek çêbûye.

Serokê Lijneya Asayîş û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê anî ziman ku piştî vekişîna beşek ji hêzên Amerîkî, endezyarên Iraqê hewl didin balafirên F16 çêbikin.

Lê dîsan jî weke kompanyayên Amerîkî nikarin çêbikin.”

Back to top button