Nîjerya..ji ber ketina balefirekê Sererkanê giştî yê Nîjerya û 10 leşker mirin

Li eyaleta Kadun ya Nîjerya ji ber ketina balefirekê Sererkanê Giştî yê Artêşê di nav de 11 leşker mirin.

Berdevkê Artêşa Nîjerya Mihemed Yerîma bi daxûyaniyeke nîviskî ragihand ku balafireke leşkerî li Eyaleta Kadunayê ketiye.

Balefir ji paytexta Nîjerya Abuja bi rêket bû.

Di encama ketina balefirê de, Sererkanê Giştî yê Artêşê Îbrahîm Atahiro û 10 leşkerên din mirin.

Muhemed Yerîma xemgîneya atêşa Nîjeriyayê ji ber mirina Sererkanê giştî û 10 leşkeran anî ziman

Yerîma diyar kir ku wê detayên rûdana qezayê û agahiyên têkildarî cenazeyan, di demeke nêze de werin parvekirin.

Serokomarê Nîjeriyayê Muhemed Buharî têkildarî qezayê li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek weşand û xemgîniya xwe anî ziman:

” Ew hemû qehremanin, ji bo aramî û ewlehiya axê berdelên dawîn dan”

Berpirsê Têkiliyên Giştî û Agahdariya Hêza Hewayî ya Nîjeriya Edward Jabquet jî bi daxuyaniyekê ragihand ku heta niha sedemên qezayê nehatine zanînê.

Her wiha li ser qezayê jî lêpirsîn hatiye vekirin.

Back to top button