NY banga derketina çete û hêzên biyanî ji Lîbya kir

Bangên derxistina hêz û çeteyên biyanî ji Lîbyayê dubare, dubare tên kirin.
Lê guhên ku bixwazin bibihîzin kêmin.
Neteweyên Yekbûyî carek din banga vekişîna hêz û çeteyên biyanî ji Lîbyayê kir.

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Lîbya Jan Kubis têlildarî rewşa li Lîbyayê ji Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî re axivî.

Jan Kubis diyar kir ku di mejarên agirbest, pêvajoya siyasî û ewlekariyê de pêşketin pêk hatine, lê di mijarên girînên ên weke vekirina rêya bejahî ya navbera Sirtê-Misrata û vekîşîna çeteyên biyanî ji Lîbyayê ti pêşketin nîne.

Kubis da zanîn ku derengxistina vekirina rêya navbera Sirtê û Misrata wê hewldanên baweriyê yê nevbera her du aliyan têk bibe.

Kubis got:

Têkbirina ewlekariya li Lîbya ne tenê li ser Lîbya, li ser tevahî herêmê gef e.

Nûnerê Taybet ê NY yê ji bo Lîbya Jan Kubis ji bo aramiya li welat bang li tevahî hêz û çeteyên biyanî kir ku di zûtirîn dem de ji Lîbya vekişin.

Li gorî rapora NY, derdora 20 hezar çeteyên biyanî li Lîbyayê hene.

Piraniya van çeteya jî yên dewleta Tirkin.

Her çendî ji bo Tirkiyê bangewaziyên vekişîna çeteyan gelek caran hatiye kirin jî, lê heta niha Tirkiyê tu gav navêtiye.

Back to top button