Li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê komkujî û binpêkirinên dema berxwedana xwerêberiyê ya Cizîrê hate dîtin.
Piştî danişîna îro daxuyaniyek kurt hate dayîn.
Yek ji parêzeran, Ramazan Demîr diyar kir ku dema komkujiya Cizîrê û piştî komkujiyê 30 serlêdan li DMME’yê bûne û ji van serlêdanên Elçî û Turnç ku di kumkujiyê de şehîd bibûn hatine hilbijertin.
Demîr got:
“Dema ku hêzên dewletê li Cizîrê operasyon kirine bi amûrên şer li jîgeha xistin li dijî hiqûqê ye.
Bi çarçoweya xala 2’yan a Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê nehatiye bi cih anîn.”
Parêzer diyar kir ku lêpirsîna têkilî mirina Orhan Tunç jî ne serbixwe, karîger û bêalî bûye.
Ramazan Demîr her wiha destnîşan kir ku dewleta Tirk di danişîna îro de nekarîbûye ku hesabê komkujiya Cizîrê bide û bêhtir bi gotinên giroverik bersiv dan.
Parêzer Ramazan Demîr got ku dadgeh biryara xwe wê di demeke pêş de bide.