Qebîleya begara ji QSD’ê xwest ku gundên wan rizgar bikin

Qebîleya Begera û xelkê bajarê Dêrazorê bang li QSD û Koalîsyona Navneteweyî kirin ku gundên wan ji milîsên Îran û hikumeta Şamê rizgar bikin.

Qebîleya Begera û xelkê bajarê Dêrazorê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew aliyên derve yên hewl didin herêmê ber bi fitneyekê ve bikişînin red dikin û gotin:

“Em zarokên qebîleya Begera û xelkê Dêrazorê em ê nehêlin, milîsên Îranê û rejîma sûcdar derbasî herêmên me bibin.

Em amade ne li hemberî çi kesên ku ji destpêka şoreşê ve xwîna gelê me yê Sûriyeyê rijandin, şer bikin. Em rê nadin fitneyên wisa”

Eşîra begara di dawî de bang QSD’ê û Koalîsyona Navneteweyî kir ku 7 gundên wan ji milîsên Îranê rizgar bikin, da ku şenî vegerin gundên xwe.

Rûsipiyekî eşîra Şemar: Em li gel QSD’ê ne

Rûspiyê eşîra Şemer Etiye El Amûdî El Şemerî têkildarî hewldanên derxistina fitneyê li Dêrazorê ji axivî û got:

“Em li dijî hemû hewildanên ji bo têkbirina ewlehiya heremê amadene şer bikin.”

El Şemerî bang li tevahî eşîrên Ereban kir ku hişyar bin û nekevin xekfa propagandaya dewleta Tirk a dagirker, çeteyên wê û ya rejîma Baasê ku hewl didin ewlehiyê têk bibin.

Back to top button