“Operasyona Mirovî û Ewlehiyê” Di roja 8’an de tunelek û gelek motorsiklêt hatin dîtin

Operasyona ‘Mirovî û Ewlehiyê’ ku hêzên Asayîşê bi piştgiriya QSD’ê li Kampa Holê li dijî şaneyên DAIŞ’ê destpêkiriye, 8 roj li pey xwe hiştin.
Îro jî tunelek û gelek motorsikletên şaneyên DAIŞ’ê hatin dîtin.
Di 7 rojên operasyonê de, zêdetîrî 90 çete û kesên gumanbar hatin girtin ..

25’ê Tebaxê, Hêzên Asayişê li Kampa Holê ku buyerên êriş û kuştinê lê zêde dibûn, li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê dest bi pêngava “Mirovî û Ewlehiyê” kir..

Îro lêgerîn di beşa 4`an a kampê de ku bi taybetî kesên Sûrî ne hat kirin.

Li vir, bi dehan motorsktlêtên şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê ku gelek xirabe ne û ew ji bo teqînan dihatin bikaranîn hatin dîtin..

Li vê kampê, bikaranîna motorsiklêtan qedexeye û balkêşe ku ewqas hêjmar di nava konan de hatine veşartin..

Dîsa li heman beşê, tunelek hate dîtin ku şaneyên DAIŞ`ê piştî qetilkirina mirovan, ew li wir vedişartin e..

Operasyonên lêgerîn û paqijkirinê bi baldarî didomin.

“Operasyona Mirovî û Ewlehiyê” Di 7 rojan de zêdetirî 90 çete û gumanbar hatin girtin

Di nav 7 rojan de jî gelek belgeyên ku têkiliyên dewleta Tirk a dagirker bi çeteyên DAIŞ’ê re piştrast dike hatin dîtin..

Her wiha cihên veşartî yên perwerdekirina zarokan, tunel, alavên tûj, belge, pereyên DAIŞ`ê û cebilxane hatin dîtin.

Di roja 1 û 2 û 3’an a operasyonê de, li beşa yekemîn a taybet bi penaberên Iraqî, belgeyên penaberan hatin nûkirin û 33 çete hatin girtin, 4 xendek û tunel hatin dîtin û hilweşandin û 33 konên şaneyên DAIŞê hatin rakirin..

DAIŞ’ê li beşa yekemîn a kampê agir berdan du konan, di encamê de zoroka bi navê Zeyneb bi giranî birîndar bû.

Her wiha di dewama lêgerînê de ku belgeyên penaberan dihatin nûkirin, malbatên DAIŞ’î êrişî du endamên jin ên Hêzên Asayişê kirin.

Di 28 û 29’ê Tebaxê de jî hêzên Asayişê 6 çete, 3 kesên gumanbar ku xwestin birevin girtin, xendek û navendeke nepenî ya çeteyên DAIŞ´ê ku ji bo şûştina mejiyê zarokan bi kar dianîn dîtin.

Gelek konên ji bo perwerdekirinê û dadgehkirina jinan jî DAIŞê bi kar dianîn, hatin rakirin û di van konan de cilên artêşa Tirk tevî sembolên wan hatin dîtin.

Bi gihştî di roja 5 rojan a Pêngavê de, 23 gumanbar hatin girtin, 23 kon hatin rakirin û gelek xendekên ku şaneyên DAIŞ´ê ji bo xweveşartinê bi kar dianîn hatin hilweşandin..

-Di 30 û 31’ê Tebaxê de jî di lêgerînê de alavên mîna telefon, cebilxaneya çeka M-16, kêr, satûr û birekên ku di bin erdê de hatibûn veşartin hatin desteserkirin..

Di heman demê de jî xwediyê kon ku guman li ser hebûn, hat girtin.

Bi giştî, 22 gumanbar û 5 çete hatin girtin, 3 xendek hatin hilweşandin û belge û cebxaneya hatî dîtin hat destserkirin.

Back to top button