Myanmara..4 sal cezayê zindanê li seroka berê Suu Kyi hate birîn

Li Myanmara ku ev nêzî salekê ye artêşê darbe lê pêk aniye, doza li dijî seroka ji erk girtî pêk hat. Bi hinceta nelirêxtiyan cezayê 4 salan li Seroka Myanmar Aung San Suu Kyi hate birîn.

Ev yek ji dozên ku derbarê Suu Kyi ku bi rêya darbeya 1’ê Sibata 2021’an pêk hatî ye.

Dadgeheke li paytext Nepido, 4 sal cezayê girtîgehê li Suu Kyi ya 76 salî birî.

Ev ceza jî bi hinceta îtxal û derbaskirina amûrên telsis û radyoyan pêk hat.

Suu Kyi di 6’ê Kanûnê de ji ber teşwîqkirina serhildanên gel û binpêkirina qedexeyên Covid-19, ji 11 sûcên cûda hate darizandin.

Di encamê de cezayê 4 sal girtîgehê lê hatibû birîn.

Li Myanmarê 1’ê Sibatê artêşê li dijî hikumeta welat darbeya leşkerî pêk anî.

Wezîr û rêveberên welat ji kar hatin girtin û piraniya wan ji li zindanê ne.

Heta niha li welat nêzî 1300 kes ji aliyê artêşa darbekar ve hatine kuştin.

Back to top button