Pûtîn: Em ê li herêmê rê nedin “şoreşên rengîn”

Serokdewletê Rûsyayû Vladîmîr Pûtîn îdîa kir ku Kazaxistanê bûye armanca “terora navneteweyî”. Pûtîn peyam da ku ew ê li herêmê rê nedin “şoreşên rengîn” û got, Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf wê rê li ber hewldanên têkdana aramiyê bigre.

Piştî belavbûna xwepêşandanên protestoyî, serokê Kazaxistanê Qasim Comert Tokayev banga destwerdanê li Rûsyayê kiribû.

Li ser vê bangê, bi hezaran leşker di bin fermandariya Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf derbasî bajarên Kazaxistanê bûn.

Têkildarî rewşa aloz a li Kazaxistanê Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf civînek lidar xist.

Tokayev îdîa kir ku piştî aramî li welatê wan misoger bibe, wê erka hêzên Rûsyayê bidawî bibe.

Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn jî îdîa kir ku Kazaxistanê bûye armanca “terorîzma navneteweyî” û ev peyam da:

Bê aramiya li welat ji aliyê hêzên derve hate bikaranîn.

Divê were zanîn ku Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf wê destûra vê yekê nede.

Em ê nehêlin ku li herêmê “şoreşên rengîn” pêk werin.

Back to top button