Rêveberiya Xweser: Serhildana Qamişlo bingeha Şoreşa Rojava ava kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bi boneya salvegera serhildana 12’ê Adarê daxuyanî da û destnîşan kir serhildana Qamişlo bingeha şoreşa rojava kir.

Rêveberiya Xweser şehîdên serhildanê bibîranîn û diyar kir Ev serhildan di dîroka nûjen a Sûriyê de xelekeke veguhertinê ya girîng bû, rejîma Baas bi rêya wê hewl da fitneyê di navbera Kurd û Ereb de derxîne.

Rêveberiyê got, Komkujiya li Qamişlo bi destê kesên li dijî demokrasiyê hatibû kirin. Mîna her car hikumeta Şamê bi zihniyeta dewleta şofanîst nêzî serhildêrên 12`ê Adarê bû ku her tim hewl dide dijminahî û cudabûnê di navbera gelan de derxîne.

Rêveberiyê di dawiyê de diyar kir Şoreşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk xwe dispêre sîstemeke demokratîk û vê şoreşê yekitiyeke civakî ava buye û got,

“Em Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêkanîna aştî û istiqrarê li tevahî Sûriyê û ji bo avakirina sîstemeke demokratîk a pirrengî û nenavendî dixebitin. “

Back to top button