QSD’ê di çarçoveya Pêngava Têk-birina Terorê de, 8 kesên ku guman li ser wan heye ku têkiliya wan bi çeteyên DAIŞ’ê re heye, girtin.
Her wiha şervanan gelek çek û cebilxane li herêma El-Rewda ya bakurê rojhilatê bajarê Dêrazorê desteser kirin.
Navenda ragihandina QSD’ê jî encamên roja 3 a pêngavê eşkere kir.
QSD’ê ragihand ku, şervanên wan derbasî qonaxa 2’emîn a Pêngavê bûne û bi qasî 25 çeteyên DAIŞ’ê girtine.
Li gorî navenda ragihandina QSD’ê, niha şervan li ser xeta Rewda a sînorê Iraqê û heya bi çemê Xabûrê ve bi pêş dikevin û heta niha rû-pîveneke bi dirêjahiya 20 KM û firehiya 70 KM û di nav de 35 gund paqij kirine.
Her wiha QSD’ê eşkere kir ku, wan bi rêya Yekîneyên Komendos û bi kordîneya Koalîsyonê, 30 armancên xwe bi cih anîne.