Dewleta Tirk a dagirker doh ji Kobanê heta navçeya Şêrewa careke din gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûrî topbaran kir.
Artêşa dagirker doh derengiya şevê gundê Xerbistan û Koran ku dikeve Rojhilatê Kobanê topbaran kir.
Aliyê din jî artêşa dagirker gundê Um El Kêf, Xirbet Şeîr ê Tiltemir û gundê Seyda yê Eyn Îsa û Kampa Eyn Îsa topbaran kir.
Artêşa dagirker hemwextî van topbaranan daristana gundê Soxanekê yê navçeya Şêrawa jî topbaran kir.