“Divê Civata Navnetewî dewleta Tirk ji Efrînê derxe”

Meclisa Giştî ya taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bang li Civata Navnetewî kir ku bi erkên xwe rabin û rê li van kiryaran bigrin.

Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daxuyaniyek dan:

Meclisê biryara Wezareta Xezîneyê ya DYA’ê ya cezakirina du komên çeteyan erênî nirxand û got:

“Saziya Barzanî ku îdia dike saziyeke xêrxwaziyê ye, bi xwe saziyeke îstîxbaratî ya girêdayî PDK’ê ye.

Ev sazî xizmeta berjewendiyên Tirkiyê yên guhertina demografî, avakirina mêtingehan û koçberkirina Kurdan dike.

Meclisê serdana endamê ENKS’ê Ebdul-hekîm Beşar bo Efrînê wiha nirxand:

“Armanc ji vê serdanê rewakirina dagirkeriya Tirk a li Efrînê ye da ku dagirker kiryarên xwe li dijî gelê Kurd ê li Efrînê zêdetir bike.

Meclisê bang li deste, rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku li gorî madeya 219’an a qanûna nasname û koçberiyê ya DYA’ê komên çete bixe lîsteya terorê û cezayan li dewleta Tirk bibire.

Ji ber ku Tirkiyê destekê dide wan komên çeteyan û ev yek xeteriyê li ser tevahî Cîhanê çêdike.

Dawiyê bang li xelkê Efrînê hat kirin ku bi xaka xwe ve girêdayî bin û bi lîstokên dewleta Tirk û alîgirên wê neyên xapandin.

“Divê koçberên Efrînê guh nedin plan û siyasetên qirêj”

Hevseroka Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê Melek El Hisên jî derbarê planên ku li Efrînê têne meşandin de ev yek anî ziman:

“Ji bo redkirina van planan, me hemleyek 16’ê Tebaxê da destpêkirin.

Bi rêya serdana xwe, em dixwazin siyasetên li dijî gelê berxwedêr eşkere bikin.

Melek bang li koçberên Efrînê kir ku bibin yek û guh nedin van planan û sozên ENKS’ê.

Siyasetmedaran êrîşên dagirkeriya Tirkiyê şermezar kirin

Back to top button