BEDRAN ÇIYAKURD: RÛSYA DESTEK DA NEXŞERÊYA PARASTINA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

Şêwermendê Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd encama hevdîtina di navbera wan û wezareta karê derve a Rûsyayê de eşkere kir..

Çiya Kurd got, Rûsya teqez kir ku ew ê destrekê bidin nexşerêya parastina Bakur û Rojhilatê Sûrî.

Li hemberî hewldanên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, rojên derbasbûyî, di navbera Rêveberiya Xweser a Demokratîk û rayedarên Wezareta Karê Derve a Rûsyayê hevdîtin pêk hatin..

Şêwirmendê Rêveberiyê Bedran Çiya Kurd ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê re axivî û têkildarî encama hevdîtinê ev agahî parve kirin:

Gefên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî û çawaniya rêxistinkirina xebateke hevpar ji bo rawestandina gefan rojeva me bû.
Her wiha ji bo destpêkirina danûstandinên di navbera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Şamê de rola Rûsyayê hat nîqaşkirin.

Li ser vî esasê nexşerêyeke ji bo destpêkirina diyalogan bi navbêykariya Rûsiyê hate pêşkêşkirin.

Li gorî Çiya Kurd Nexşerê van xalan pêk tê;

Parastina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî ji gefên derve,

Naskirina rêveberiyên xweser di destûra bingehîn de,

Misogerkirina mafê hemû pêkhateyan di destûreke Sûrî ya yekbûyî de,

Parvekirina berhemên aborî bi awayekî wekhev di navbera hemû gelên li Sûrî.

Bedran Çiya Kurd got, Wezareta Derve ya Rûsyayê amadekariya xwe ji bo xebateke hevbeş ku yekîtiya xaka Sûrî biparêze teqez kir..

Rûsya her wiha rola xwe a ji bo pêşxistina iyalogên di navbera Şam û rêveberiya xweser de pir girîng dibîne.

Leave a Reply

Back to top button