Gerîlayên HPG li Xakurkê li dijî artêşa tirk a dagirker çalakiyên bi bandor lidar xistin.
Di encamê de çeperek dagirkeriyê hat rûxandin û 2 leşker jî hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiya li Xakurkê ev agahî da:
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Ronya û Şehîd Bager de 26’ê Sibatê gerîlayan li dijî leşkerên dewleta Tirk ên li Girê Kevotê ya girêdayî herêma Xakurkê çalakiyek kirin.
Di encamê de çeperên dijmin bûne hedef û bi qasî hate zelalkirin 2 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû.
Artêşa Tirk di saetên şevê de jî bi desteka helîkopteran kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakirine.