Amerîka û Talîban piştî 18 salan şerekî xwînrêj li hev dikin!

Piştî 18 salan ji şerekî xwînrêj, ev lihevkirin pêk tê.

Di vî şerî herî dirêj di dîroka Amerîkayê de, bi sedhezaran mirov hatin kuştin.

Ji sala 2001’ê û heta niha çi di şerê li Afganistanê qewimiye?

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û tevgera Talîbanê roja şemiyê lihevkirineke bidawîbûna şerê 18 salan li Qeterê îmze dikin..

Li gorî agahiyan, di lihevkirinê de vekişîna bi hezaran leşkerên Amerîka li beramberî garantiyên ewlehî ji bo Amerîkayê were îmzekirin.

Amerîka ji Afganistanê vedikşe û Talîban garantiyan dide Amerîka

Ev yek jî piştî agirbesteke demkî bi dirêjahiya hefteyekê pêk tê.

Serokê Amerîka Donlad Trump roja Înê ragihand ku “Wê ev yek bibe bingehê bidawbîna şerê Afganistanê û vegera leşkeran bo welat.”

Pêkanîna vê lihevkirinê piştî salekê ji danûstandinan li Dewha û Kabulê pêk hat..

Ji bo şerê Amerîka bi Talîbanê, halê hazir 13 hezar leşkerên xwe li Afganîstanê ne û ragihandina Amerîka jî dibêje ku, li gorî pabendiya tevgerê bi peymanê, wê 5 hezaran leşkerên Amerîkî weke beşê yekem di mehên bê de vekişînin.

Tê zanîn, piştî 9 gerên danûstandinan, Îlona 2019’an berpirsên Amerîka ragihandin ku ew dikarin 5400 leşkerên xwe di nava 20 hefteyan de vekşînin..

Lê belê piştî kuştina leşkerekî Amerîkî bi çend rojan, Serokê Amerîkayê got “danûstandin mirin.”

Cara yekem, sala 2001’ê bi daxwaza Amerîka li kêleka hikûmeta Afaginstanê destê xwe li wî welatî werda û dest bi şerê tevgera Talîbanê kir..

Amerîka karîbû Talîbanê dûrî desthilatê bixîne û şerê navbera herdû aliyan gur bû.

Lê piştî bûyerên 11 Mijdara 2011’an li Amerîkayê û Ûsama Bin Ladin weke berpirs hat nîşandan, êrîşên Amerîkayê dijwartir bûn.

Li gorî raporên belavbûne, encamên şerê 18 salan ê Amerîka û Talîbanê bi vî awayî ye.

NY sala 2019’an ragihand ku di nava 10 salan de bêhtirî 100 hezar sivîl li Afganstanê hatine kuştin û 2018 sala herî zêde ye.

Tê wateya ku nêzî 200 hezar kes di şer de hatine kuştin..

Li kêleka kuştina bi deshezaran leşkerên Afganî, ji 2001’ê ve bi qasî 3500 leşkerên Amerîkî û Koalîsyonê hatine kuştin û 20,500 jî birîndar bûne..

Di sedsala 21’ê de, weke şerê herî xwînrêj tê dîtin, gelo çima Amerîka daxwaza lihevkirinê bi tevgera Talîbanê re kir??

Back to top button