HPG: Li Zap, Avaşîn û Botanê 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Gerîlayên Kurdistanê li bakur û başûrê welat bi çalakiyan bersiva êrîşên dagirkeriyê didin û rojane derbên giran li artêşa Tirk a dagirker didin.HPG’ê ragihand li Herêmên Zap, Avaşîn û Botanê herî kêm 4 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê di çarçoveya Pêngavên Şoreşger de derb li ser derbê li artêşa Tirk ya dagirker didin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrîşên artêşa Tirk a dagirker û berxwedana gerîla de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Egîdên Botanê de li Eyaleta Botanê li artêşa Tirk ya dagirker hate xistin û ev agahî parve kir;

“25’ê Hezîranê li çiyayê Kato Xelîla li dijî dagirkeran çalakiyek hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin. Her wiha li konekî ku dagirker tê de bûn hate xistin lê hejmara dagirkerên hatin cezakirin û yên birîndar bûn nehate zelalkirin.”

HPG’ê da zanîn di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê jî li dagirkeran hate xistin.

Hat diyarr kirin 30’ê Hezîranê bi çekên giran li dagirkerên li ser Girê Xeregolê hate xistin û herî kêm leşkerekî dagirker hate kuştin.

HPG’ê diyar kir di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de jî 30’ê Hezîranê li qada Girê Silêman ya herêma Avaşînê bi sûîqestê li dagirkeran hat xistin. Hat diyar kirin di vê çalakiyê de leşkerekî dewleta Tirk a dagirker hate kuştin.

HPG’ê da zanîn êrîşên hewayî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê jî dewam dikin.

Hat diyar kirin 30’yê Hezîranê herêmên Metîna û Avaşînê bi helîkopteran hatin bombebaran kirin.

Hat gotin di van êrişan de tiştek bi hêzên gerîla nehatiye.

Li aliyê din Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên bi navê Şaho Çalak û Hêvî Jînda ku 2’yê Hezîrana 2021 li herêma Metîna şehîd bûn eşkere kir.

HPG’ê da zanîn gerîla Şaho û Hêvî bi sekn û daxwaza xwe ya ji bo serketinê, li dijî mêtingeriya Tirk a li herêma Metînayê bûn milîtanên pêşeng ên berxwedana dîrokî.

HPG’ê ji malbatên gerîla û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest.

Back to top button