Li başûrê Kurdistanê ku dewleta Tirk bi piştgiriya PDK’ê êrişa dagirkirinê daye destpêkirin, şerekî giran diqewime.
Gerîla li herêmên Zap û Avaşînê rojane derbên giran li artêşa Tirk ya dagirker didin.
Li Zapê, bi pêşengiya gerîllayên jin, li dijî hêzên artêşa Tirk rêzeçalakî pêk hatin.
Di encamê de 5 leşker hatin kuştin û droneke hate xistin.
Li herêmên Zap û Avaşînê, gerîlla li hêzên artêşa Tirk dan.
Têkildarî encama çalakiyan, Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ev agahî bi raya giştî re parve kirin:
- Li herêma Zapê
12’ê Gulanê li Qada Şikefta Birîndaran, gerîllayên YJA Starê, li dagirkerên ku li derdora çeperên şer ên Kevirêkun bûn, çalakiya sekvaniyê pêk anîn.
Di encamê de 2 leşker hatin kuştin.
13’ê Gulanê li Qada Şehîd Şahîn, çeperên şer ên Şehîd Berxwedan 19 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hatin bombebarankirin.
Heman rojê li Qada Şehîd Şahîn, dronek ji aliyê gerîlla ve hate xistin.
Li Qada Kurojaro û devera Şehîd Tolhildan, dagirkerên ku li derdora çeperên şer, bûn armanca çalakiyên gerîlla.
Di encamê de 3 leşker hatin kuştin.
Ji ber lêdana bi bandor, hêzên artêşa Tirk li Qada Şehîd Şahîn neçar man gavekê paşde biçin.
Şeva 12’ê Gulanê 2 helîkopterên êrîşê yên artêşa Tirk li ser herêmên di bin kontrola PDK’ê de derbas bûn û dixwestin herêma Kurojaro bombebaran bikin.
Di encama destwerdana gerîlla de, helîkopter neçar man ji herêmê derkevin.
- Li herêma Metîna
13’ê Gulanê, gerîlla qereqola Kanî Masî ya artêşa Tirk ku di nava sînorên Başûrê Kurdistanê de ye hedef girtin.
Di çalakiyê de derb li çeperên dagirkeran hatin xistin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di navbera 12 û 14’ê Gulanê de qadên bi ser herêmên Garê, Xakûrkê, Avaşîn û Zapê gelek caran ji aliyê balafirên artêşa Tirk ve hatin bombebarankirin.
Di êrişan de çekên kîmyewî jî hatin bikaranîn.



