Foruma diyalogê ya PYD û Partiya Guhertin û Ronesansê ya Sûriyê li Taxa Şêxmeqûd a Helebê hat lidarxistin.
Forum bi dirûşma “Na ji dagirkeriya Tirk re û banga rizgarkirina hemû axa Sûriyê ya dagirkirî” pêk hat.
Nêzî 102 nivîskar, hiqûqnas, rojnamevan, siyasetmedar û kesayetên serbixwe yên bajarên cuda yên Sûriyê tevlî bûn.
Form bi dawî bû û encamname derket.
Ji xalên encamnamê;
Gelek girîng e rewşa nîştimanî ya sûrî li hember gefên domdar ên dewleta Tirk a dagirker were aktîfkirin.
Girîgî bidin rola artêşa Sûriyê ya berpirsa parastina Sûriyê, serdestiya wê û rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî.
Daxwaz ji hikumeta Sûriyê bê kirin ku lihevkirina Edene ya 1998`an betal bike û dagirkeriya Tirk neçar bike ku bê şert ji hemû herêmên dagirkirî vekişe.
Foruma Nîştimanî ya Demokratîk a Sûriyê bang li civata navneteweyî dike ku berpirsyariyên xwe bîne cih, yekitiya gel û axa Sûriyê biparêzin mîna ku di daxuyanî û biryarên xwe yên têkildar de îdia dikin.
Li ser avakirina komîteya şopandina xebatên Foruma Nîştimanî ya Demokratîk a Sûriyê hat lihevkirin ku ji 15 kesan pêk tê.