NY li pêşberî felaketa xwarinê ya di paşerojê de xuya dike bang kir

Bi domandina şerê li Ukrayna re, krîzek xwarinê di paşerojê de xuya dike.
Bernameya Xwarinê ya NY li ser “felaketa birçîbûnê” ya dibe ku di du salên pêş de rû bide hişyar kir.
Rêveberên bernameyê gotin;Lêçûna heyî ya krîza xwarinê dikare sala bê veguhere “krîza gihîştina xwarinê”.

Di demekî ku cîhan bi tevahî berdêla şerê li Ukrayna dide, ji Neteweyên Yekbûyî peyamên hişyariyê hatin zêdekirin.

Rêvebirê Bernameya Xwarinê ya NY Patrick Beasley got,

Li dijî xelayê ku diqewime reformên demkurt û demdirêj pêwist dikin.

Divê 25 mîlyon ton genimê Ukraynayê ku di qonaxa yekem de ji hêla Rûsyayê ve hatî asteng kirin were derxistin.

Beasley anî ziman ku ger çareserî neyê dîtin krîza lêçûna xwarinê ya heyî dikare sala bê veguhere “krîza gihîştina xwarinê”.

Tevî hejmara kesên ku ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve berî derketina Covid-19 wekî “bi tundî di bêewlehiya xwarinê” de hate binav kirin 130 mîlyon bû.

Piştî belavbûna vîrûsa Covid-19 ev yek derket 276 mîlyonî.

Beasley da zanîn ku piştî şerê Rûsya û Ukraynayê ev hejmar derket 345 mîlyonî û wiha dewam kir:

“Divê civaka navneteweyî ji bo rawestandina krîza birçîbûnê ya ku li ber çavan e tevbigere.”

Yek ji rojeva herî girîng a Wezîrên Karê Derve yên G20 ku îro li bajarê Balî yê Endonezyayê bicivin, wê krîza xwarinê be.

Di lûtkeya ku wê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî beşdar bibe de, genimên ku ji aliyê Rûsyayê ve li benderên Ukraynayê tên astengkirin, wê bên nîqaşkirin.

Rûsya û Ukrayna 2 welatên her mezin yên hinardekirina genim bo derve ne.

Bi derketina şerê navbera aliyan de, ev yek weke krîza xwarinê bandoreke zêde li ser cîhanê kiriye.

Back to top button