Birayê Rêber Ocalan Mihemed Ocalan derbarê tecrîda li Îmraliyê û qedexekirina hevdîtina parêzeran de diyar kir biryar siyasî û bang li gelê Kurd û hêzên demokrasiyê kirk u li hember vê yekê bêdeng nemînin.
Mihemed Ocalan da zanîn CPT a ku çû Îmraliyê êşkence û binpêkirin bi çavê xwe dît, bi bêdengiya xwe şirîkê tecrîdê ye.
Tecrîda giran ya li ser Rêber Ocalan her diçe girantir dibe. Herî dawî dewleta Tirk 6 meh çuyîna parêzan ya li Îmraliyê qedexe kir.
Têkildarî tecrîd û qedexeya hevdîtina parêzan birayê Rêber Ocalan Mihemed Ocalan ji Ajansa Mezopotamya re axivî.
Mihemed Ocalan destnîşan kir ku biryara qedexekirina hevdîtina parêzeran siyasî ye û bi vî awayî nêrînên Rêber Ocalan tên astengkirin û nayê xwestin bi raya giştî re bên parvekirin.
Mihemed Ocalan, anî ziman ku piştî şewata li Îmraliyê şik û fikarên civakê zêde bûne û got;
“Hevdîtina me ya 27’ê Nîsanê jî pir girîng bû. Serok ji bo çareseriya pirsgirêkan nirxandinên girîng kir, Dewlet naxwaze pêşniyarên Serok ên ji bo çareseriyê û rastî derkevin derve.”
Mihemed Ocalan: Qedexeya hevdîtinê nayê qebûlkirin
Ocalan, bibîr xist ji roja ku birayê wî hatiye girtin heya niha biryarên qedexekirinê hene û got:
“Herî dawî hevdîtina parêzeran a bi Serok û ya bi malbatê re heya 6 mehan hat qedexekirin. Li wê girtîgehê 4 mirov dimînin. Ev nayê qebûlkirin.”
Mihemed Ocalan der barê rapora sala 2019’an a Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) de ku der barê Girtîgeha Îmraliyê de amade kiribû û wiha dewam kir:
“Bi çavên xwe tecrîd dîtin. Di raporê de dibêjin binpêkirinên mafan hene. Îşkenceyeke manewî tê kirin. Tirkiye li Girtîgeha Îmraliyê çi bixwaze dike. CPT jî şirîkê tecrîd û êşkenceyê ye.”
Mihemed Ocalan, detsnîşan kir ku biryara qedexekirinê siyasî ye û got:
Mihemed Ocalan: Divê gel û hêzên demokratîk nerazîbûnê nîşan bidin
“Pisgirêka herî mezin a Rojhilata Navîn, pirsgirêka kurd e. Aktorê herî sereke û mezin ê vê pirgsirêkê Rêber Apo ye. Dewlet naxwaze ev pirsgirêk bê çareserkirin. Hinceta qedexeyê pirsgirêka kurd e.”
Mihemed Ocalan bang li gelê Kurd û hêzên demokrasiyê kir nerazîbûnê nîşan bidin û got,
“Rojek berî rojekê divê hevdîtin bi Rêber Apo re çêbibe.”