Hevserokê KNK: Bi vê planê dixwazin xweseriya Şengalê ji holê rakin

Hevserokê KNK’ê Ehmed Karamus bal kişand ser armanca peymana navbera PDK û Bexdayê û got:”Bi vê peymanê dixwazin, Rêveberiya Xweser a ku Êzidiyan bi xwe ragihandiye, ji holê rakin. Civaka Êzidî ji Şengalê derxînin û fermaneke nû pêk bînin.”

Di 9’ê Cotmehê de, navbera PDK û hikumeta Bexdayê li ser Şengalê peymanek bê vîna gelê Şengalê, hate îmzekirin.

Têkildarî mijarê, Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê-KNK’ê Ehmed Karamus ji ajansa Hawarê re axivî.

Ehmed Karamus diyar kir ku di peymanê de daxwazên civaka Êzîdi û vîna wan di ber çavan re nehatiye derbaskirin û mafê wan hatiye binpêkirin.

Karamus got:

“Ev peyman bi vî rengî nayê qebûlkirin û ti nirxê wê li gel me nîne.

Her çi qas bibêjin ev peyman di navbera PDK û hikûmeta Iraqê de pêk

hatibe jî, lê em baş dizanin ev yek bi tevlîbûne dewleta Tirk û hin hêmanên navdewletî pêk hatiye.”

Ehmed Karamus: Dixwazin civaka Êzidî ji Şengalê derxînin

Karamus destnîşan kir ku “bi vê peymanê dixwazin, Rêveberiya Xweser a ku Êzidiyan bi xwe ragihandiye, ji holê rakin û peywendiya civaka Êzidî bi beşên din ên Kurdistanê, weke Rojavayê Kurdistanê qut bikin, lewra amadekirina fermaneke nû dikin.”

Karamus: Dewleta Tirk bi destê PDK’ê dixwaze Rojava û Başûr dagir bike

Karamus diyar kir ku dewleta Tirk bi vê peymanê ve dixwaze gav bi gav destkeftiyên Başûr û Rojavayê Kurdistanê têk bibe.

Hevserokê KNK’ê Ehmed Karamus bal kişand ser polîtîkayên PDK’ê li ser sînorên Başûrê Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê û zêdekirina avakirina baregehên leşkerî jî û got:

“Ev gava ne tesadufî ye.

PDK beriya niha çawa li Sinunê û Başîqa rê da leşkerên Tirk û wan li hemberî tevgera azadî li wir bi cih kir.

Niha tirsa me ew e ku bi destê PDK û hin hevakarên wê weke dewleta Tirk, êrîşî herêmê bike.

Dewleta Tirk ji zû ve li ser vê planê dixebite.”

Back to top button