Piştî Polonya, Slovakya jî wê balafirên şer bo Ukrayna bişîne

Daxwazên rêveberiya Kîev ya ji bo balafirên şer pêk tê.
Piştî Polonya, Slovakyayê biryar da ku balafirên şer bişîne Ukraynayê.
Slovakya wê 13 balafirên şer ên MiG-29 ên Sovyetê bide Kîevê.
Amerîka jî dibêje, li Ukrayna pêkanîna agirbestekê, erêkirina serketina Rûsyayê ye.

Di meha 13. a şerê li Ukraynayê de, nîşaneyên alozî kurtir bibe derdikeve.

Êdî li rojhilatê Ukrayna şer bi çekên giran tê kirin.

Ji bo vê yekê jî rêveberiya Ukrayna daxwaza balafirên şer ji welatên Rojava dike.

Tevî bêdengiyên heyî, Polonya dixwaze daxwaza Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelensky pêk bîne.

Hemwextî gurbûna şerê li Ukrayna, Polonya êdî dixwaze alîkariya bo Kîevê zêde bike.

Piştî êrişa Rûsya ya li ser Ukrayna, Polonaya wê bibe welatê yekemîn ku balafirên şer bo artêşa Kîevê dişîne.

Biryara Polonya ya şandina çar MiG-29’ên Yekîtiya Sovyetê di serî de dibe ku rê li ber welatên din ên NATOyê veke ku balafirên şer bişînin Ukraynayê.

Serokomarê Polonyayê Andrzej Duda diyar kir ku balafirên şer ên ku Polonya wê bide Ukraynayê, yên piştî hilweşandina dîwarê berlînê ye.

Duda got;

Ev balafirên ku ji bo Ukrayna bêne dayîn, hatine nûkirin.

Di destê Polonya de 28 balafirên MiG-29 ên Rûsya û FA-50 yên Koreya Başûr bi F-35 bide guhertin.

Slovakya wê 13 balafirên şer bide Ukraynayê

Slovakya piştî Polonyayê bû welatê duyemîn yê NATOyê ku biryar da balafirên şer bişîne Ukraynayê.

Hikûmeta Slovakyayê plana şandina 13 balafirên şer ên ji cureya MiG-29 bo Ukraynayê qebûl kir.

Serokwezîr Eduard Heger îro biryara hikumetê ya bi yekdengî hatî girtin eşkere kir.

Heger, anî ziman ku Slovakya par fîloya xwe ya hewayî xurt kiriye û got;

Êdî em ê van balafiran bikar neynin.

Ji Kremlînê berteka şandina balafirên şer bo Ukrayna

Bersiva Kremlînê ya li ser biryara du welatên Ewropaya Rojhilat a şandina balafirên şer bo Ukraynayê dereng nema.

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov diyar kir ku wê balafir bên îmhakirin û ew ê rêya şer neguherînin.

Balafirên şer yek ji daxwazên herî mezin ên Ukraynayê bûn, lê Rojava heya niha tenê parçeyên yedek dişîne.

Fînlandiya û Hollanda dan xuyakirin ku ew ê îhtîmala şandina balafiran ji bo Ukraynayê binirxînin.

Amerîka û Brîtanyayê heta niha dayîna balafirên şer red kirine.

Amerîka: Li Ukrayna agirbest, erêkirina serketina Rûsyayê ye

Waşîngton li hemberî peyamên agirbesteke li Ukrayna nerehet e.

Koordînatorê Ragihandina Stratejîk a Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Koşka Spî John Kirby li ser gavên ku ji bo bidestxistina agirbestê di Şerê Rûsya û Ukraynayê de hatine avêtin, got:

“Lihevkirina agirbesta li Ukraynayê fetha Rûsyayê piştrast dike.”

Back to top button