Di xwepêşadanên li Fransa de bêtirî 350 kes hatin binçavkirin

Li Fransayê, daxwaza hikûmetê ya ji bo pêkanîna reforma teqawidiyê ya nakok rastî bertekên zêde tê.
Di demekî ku beriya biryar di parlamentoyê de were erêkirin, tê xwestin bikeve meryetê.
Li dijî vê bi hezaran kes li Parîsê daketin qadan.
Di pevçûnên li qadê pêk hatin de bêtirî 350 xwepêşandêr hatin binçavkirin.

Kolanên Fransa veguherîne qada pevçûanan.

Li Fransa hêrsa li dijî reforma teqawidiyê ya ku hikûmet dixwaze pêk bîne kêm nabe.

Li gorî daxuyaniya polîsên Parîsê di nîvê şevê de, hejmara kesên hatine binçavkirin gihîştiye 217 kesan.

Doh dema xwepêşandêran li Meydana Concorde hate lidarxistin û dest bi şewitandina erebeyan kirin de, polîsan bi gaza rondikrêj û avê bersiv da.

Di xwepêşandanên li bajarên din ên Fransayê yên wekî Nantes, Rennes, Lille, Grenoble û Lyonê de jî di navbera polîs û xwepêşanderan de pevçûn derketin.

Li bajarê Marsîlyayê çop hatin şewitandin û gelek dikan jî hilweşiyan.

Di xwepêşandanên li seranserê welat de 358 kes hatin binçavkirin.

Reforma ku Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron dixwaze pêk bîne, heta sala 2030’î hêdî hêdî temenê teqawidbûnê ji 62’an dike 64’an.

Pêngava hikûmetê ya pêkanîna planê bêyî dengdana li parlamentoyê hêrsa welatiyan gur kir.

Serokwezira Fransaye Elisabeth Borne di axaftina xwe ya li Meclisa Neteweyi de got;

Ewê benda 3’emnîn ya made ya 49’emin a Destûra Bingehin were bikaranin.

Li gorî madeyê, hikûmet ku organa cîbicîkar e, bêyî ku bikeve dengdana parlamentoyê dikare pêşnûmeqanûnekê derxîne.

Li Fransayê sendîkayan banga mezinkirina xwepêşandanan kirin.

Xizmetên trênê, dibistan, kargeh û bender ji ber reforma teqawidiyê ya li Fransayê ji meha Çileyê ve di bin bandora grevê de ne.

Çopa ku ji ber greva karkerên li kuçe û kolanên paytext kom bûye 7 hezar ton e.

Back to top button